Li Bakuyê bi hezaran kesan xwestin li dijî Ermenistanê şer were kirin

Li Bakuyê ya ku paytexta Azerbaycanê ye, bi hezaran kes daketin qadan û xwestin li dijî Ermenistanê şer were destpêkirin.

Di rojên dawîn de li ser xeta sînor, di navbera Ermenistan û Azerbaycanê şer hatibû destpêkirin.

Li Bakuyê bi hezaran kes daketin qadan û xwestin li dijî Ermenistanê operasyona leşkerî were destpêkirin.

Roja Sêşemê xwepêşandanek hate lidarxistin û hate xwestin ku ji bo dagirkeriya Karabaga Jor bila seferberî were destpêkirin. Karabaga Jor di sala 1991’ê de serxwebûna xwe îlan kiribû.

Alîgirên şer ber bi parlementoyê ve meşiyan û ketin nava avahiyê. Polîsan ev çalakger belav kir.

Ji roja Yekşemê ve di şerê li ser sînor yek jê general 11 leşkerên Azerbaycanê mirin.

Dewleta Tirk jî bi awayekî eşkere piştgiriya Azerbaycanê dike. Rayedarên Ermenistanê diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze şer gur bibe.

Ermenistan û Azerbaycan ji serê sala 1990’î û vir ve ji bo herêma Karabagê şer dikin. Di sala 1991’ê de vê herêmê bi piştgiriya Ermenistanê serxwebûna xwe îlan kiribû. Di şer de yê li dijî Azerbaycanê 30 hezar kes mirin û di sala 1994’an de agirbest hatibû ragihandin.