Li Bakurê Îrlandayê dengên Sînn Feîn zêde bûn
Li gorî encamên destpêkê ya hilbijartina Parlementoya Bakurê Îrlandayê ku duh pêk hat, rêjeya dengên Sînn Feîn zêde bûn, dengê DÛP a alîgirên Londrayê jî daket.
Li gorî encamên destpêkê ya hilbijartina Parlementoya Bakurê Îrlandayê ku duh pêk hat, rêjeya dengên Sînn Feîn zêde bûn, dengê DÛP a alîgirên Londrayê jî daket.
Bakurê Îrlandayê di nava 11 mehên dawî de ev 2 care diçin ser sindoqan, li gorî encamên destpêkê rêjeya dengê Sînn Feîn ê alîgirê serbixweyan 3,5 pile zêde bû, bû ji sedî 27,9. Li gorî encamamên li 18 herêman hate kirin, Sînn Feîn ji 38 kursiyan, 16 bidest xistiye.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (CÛP) a ku dixwaze girêdayî Brîtanyayê be ji sedî 28,1 dengan bi dest xistiye û her çendî bûye partiya yekem jî, ji 38 skursiyan 10 bidest xistiye. Rêjeya dengên Partiya Allîance (Partiya Îtifaq) û Partiya Ûlster Ûnîonîstê bilind bûne.
Rêjeya parlemeterên Parlemetoya Bakurê Îrlandayê ji 108’an daketibû 90’an. Di hilbijartina sala bihurî de DÛP ji 108 kursiyan 38, Sînn Feîn jî 28 kursî bidest xistibû. Hikûmeta koalîsyon a ku ji aliyê herdu partiyan ve hate avakirin, ji ber lihevnekirina kêmaniyên di qada enerjiyê de nûnekirin rê li ber windakirina nêzî 500 milyona sterlînî vekirbû, hatibû betalkirin.
Cigirê Serokwezîrê endamê Sînn Feîn Martîn McGûînness ê di mehên bihurî de ji erkê hate xwar, daxwaz kiribû ku endamê DÛP’ê û Serokwezîr Arlene Foster ê ku ji bûyerê berpirs hate nîşandan îstifa bike. Li ser redkirina Foster a îstifayê, bi xwe îstifa kir û dawî li koalîsyona ku avakirîn anî û pêvajoya hilbijartinê dabû destpêkirin.