Li Bagota’yê qedexeya derketina derve

Li Kolombiyayê di xwepêşandanan de yên piştî greva giştî ku beşên cuda yên dijberê Serokkomarê rastgir Îvan Duque tevlî bibûn  herî kêm 3 kes miribûn, li paytext Bagota’yê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Di meş û grevan de yên li dijî serok komarê rastgirê pirole Îvan Duque ku ji meha Tebaxa 2018’an heta niha li ser bangewaziya sendîkayên karkerî pêk tên, xwendewan, şêniyên xwecihî, ekolojîst û muxalefet jî tevlî dibin. Di xwepêşandanan de doh yên bi çarçoveya greva giştî pêk hatin, ku herî kêm 3 kes hatin kuştin, hukûmet zextan zêdetir dike.

Li paytext Bagatayê jî li ser îdeaya hinek beşên krîmînal ku ji ber bûyeran îstîfa kirine, îhtîmala talankirinê heye, qedexeya derketina derve hat îlankirin. Serokşaredarê ekolojîst Enrîque Penalosa li hinek taxan di navbera saetên 18:00 heta 06:00’an qedexeya derketina derve îlan kir.

SÊ KESAN JİYANA XWE Jİ DEST DA 

Çalakiyên li dijî Serokomarê rastgirê pirole roja pêncşemiyê dest pê kiribû. Li seranserî welat bi qasî yek milyon kesî daketibû kolanan.

Her çiqasî hat îdeakirin ku doh bûyer di nava rojê de hatibû asta rawestînê lê tê diyarkirin ku herî kêm 3 kes mirine. Li Meydana Bolîvarê û hawîrdora wê bi taybetî yên li taxên ku avahiyên hukûmetî lê hene, mudaxeleyekî pir tund li hemberî xwepêşandanên ku bi qoşxane û taveyan çalakî pêkanîbûn kirine. 

Encax medya Kolombiyayê dibêje ku di dema çalakiyên sendîkayan de gelek dukan hatine talankirin. Di çalakaiyan de piştî ku hejmarekî zêde provakasyon çêbû serokê Sendîkaya Kar a Giştî Julîo Roberto Gomez daxûyanî da ku dawî li çalakiyan tînin û piştî xwepêşandanên roja pêncşemiyê ku bi tevlîbûnekî pir zêde pêkhatin, êdî wê pştgirî nedin çalakiyan.

Nêzî 20 hezar polîs ji bo mudaxelkirina bûyaran hatin erkdarkirin. Di bûyerên qewimî de heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û nêzî 300 xwepêşander û polîs jî birîndar bûne. Tê diyarkirin ku li giştî welat de bi sedan kes hatine destgîrkirin. 

ACİZBÛNA GELEK KESİMAN HATE GEL HEV 

Rastgirê radîkal Îvan Duque bi taybetî bi dijberbûna xwe ya li hemberî peymana aşitiyê ya bi gerîlayên FARC’ê we yê nasîn. Her wiha Duque ji ber ku daxwazên xebatkaran û beşekî berfireh yên ku di warê debarî de zehmetiyan dikêşin piştguh dike dihat tavanbarkirin. Duque ji ber siyaseta xwe ya li hemberî xebatkarên xwe ku di bin navê têkoşîna li dijî qaçaxkirina madeyên hişbir siyasetekî ewlekariyê ya şidiyayî ferzdike û ji bo bazara xwe jî nerm û sist dike tê tavanbarkirin. Li hemberî polîtîkayên wî yên wekî zêdekirina temenê xanenişîniyê û siyasetên sistkirina fonên xanenişîniyê bi berjevendiya sîgortayên taybet jî acizbûn hebû.

Gelên ku daxwaza mafên zêdetir dikirin û xwandewanan ku daxwaz dikirin ji bo fêrbûna bilind hê bêhtir sermaueguzarî were kirin piştgirî didan çalakiyan. 

Pir beşên li welat jî ji ber ku şertên peymana aşitiyê ya sala 2016’an bi cîh ne aniye û ji ber wê gelek gerîlayên FARC’ê careke din dest bi têkoşîna çekdarî kirine ji Îvan Duque aciz in.