Li Awûstralyayê şewata daristandin: Bi hezaran kes asê man

Bi hezaran xwecihî û tûrîst ji ber şewata li Awûstralyayê li gundê Mallacootayê asê man.

Li gundê Mallacootayê ku bi şewatê dorpêç bûye, bi hezaran kesî xwe li firoşgeh û stargehên plajê girtine û bi vî rengî hewl didin xwe ji şewatê biparêzin.

Yek ji xwediyê supermarketên li herêmê Robert Phîllîps ji Reûtersê re axivî û got, "Li her derê şewat heye." Phîllîps destnîşan kir ku bi taybetî bêhn li zarokan çikiya ye.

Li marketa Phîllîps 45 kes dimînin. Mirovên din jî xwe li bendergehê girtine. Ji wêneyên li medya civakî hatin weşandin tê dîtin ku gelek kes asê mane. Her wiha ezmanê herêmê ji şewatê sor bûye û dû bi ser herêmê ve ketiye.

Gundê Mallacoota li herêma Gîppsland a eyaleta Vîctoriyayê ye û li ser sînorê eyaleta Galler a Nû ye.

Şefê saziya rewşa lezgîn a eyaleta Vîctoriyayê Andrew Crîsp anî ziman ku 4 hezar kesên li gund ji bo xwe ji şewatê biparêzin xwe li plajê girtin. Di nava wan de polîs û rojnamevanên xwecihî jî hene.

Pêşkêşkvaneke radyoya herêmê Francesca Wînterson ji qenala ABC a Emerîkayê re axivî û got, "Rewş niha bi rastî jî tirsnak e. Bayekî dijwar heye, ezman sor bûye û dûyekî germ em dorpêç kiriye. Bajar dişewite. Em bi temamî tecrîd bûne."

Di mehên dawî de li gelemperiya Awûstralyayê herî kêm qadeke ji 3 milyon hektarî ya daristanî şewitî bû. Ji destpêka meha Îlonê ve 8 kesan ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan.