Li Awûstralyayê ji ber lehiyê tîmsah daketin bajêr

Li bakurê rojhilatê Awûstralyayê ji ber barana zêde, li her derê lehî çêbû. Ji ber lehiyê hemû kolan di bin avê de man û tîmsah daketin nava bajaran.

Li eyaleta Qûeensladê ji ber barana zêde, li her derê lehî çêbû. Ji ber ku av bilind bûye, gelek kes çûne ser banên malên xwe û li benda alîkariyê ne.

Li bakurê welat avhewaya tropîkal heye û çend roj in gelek baran dibare. Bajarê Townsvîlle di bin avê de maye û tîmsah daketine kolanan.

Serokwezîrê eyaleta Qûeensladnê Annastacîa Palaszczûk got ku “Vê barana zêde, 100 salan carekê pêk tê.” 

Buroya meterolojiyê ya Awûstralyayê roja Yekşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû ew ê barana zêde û bahoz bidomin.

Buroyê diyar kir ku heke baran wisa bidome wê nêzî 20 hezar mal di bin avê de bimînin.

Li herêmê her sal nêzî 2 hezar mîlîmetre baran dibare lê hate diyarkirin ku li hin bajaran ev sînor ew ê di nava çend rojan de were derbaskirin.