Li Avûstûrya û Yewnanîstanê berf bariya: 6 kes mirin

Li Avûstûryayê û Yewnanîstanê ji ber şiliyê û hewa sar 6 kes mirin.

Li Avûtûryayê, li gelek herêman ji ber sedema berfa zêde aşît çêbû. Ji heftiya bihûrî û vir ve li navend û bakurê welêt berf nêzî 150 santîmî rabû. Gelek rê li trafîkê hatin girtin, li qadên çiyayî meş bû taloke.

Li Avûsyûyayê yek Elman û yek Slovenyayî ku ji qadên derveyî cihê xweşemîtandinê derketin mirin. Li rojhilatê bakur ê welêt jî du kesên ku spora xweşemitandina ser berfê dikin, agahî ji wan nayê girtin.

Li Yewnanîstanê jî ji ber sedema pêla sar a hewayê 3 kes mirin. Hate gotin sê kes, ku 2 ji van jin bûn, dema ku di wesayitekê de bûn, li Atînayê ketin ber avê.