Li dijî polîtîkayên aboriyê yên 16 mehên dawî, li ser banga mezintirîn sendîkaya karkeran a welêt Confederacîon General del Trabajo (CGT) li gelek sektoran greva giştî hate kirin.
Di serî de perwerde, saziyên cemaweriyê, bankakarî, ragihandin û sektora xizmetê, kedkarên Arjantînê tevlî grevê bûn. Bi taybetî, jiyana li paytext Bûeno Aîresê tevizî.
Li bajêr, tevî zanîngeh û dibistanan, banka, super market û kargeh hatin girtin. Gelek daîreyên dewletê nexebitîn. Di greva giştî de ku metro û otobus bi temamî sekinîn, ajokarên taksiyan jî nexebitîn û destek dan çalakiyê.
Hêzên polîsan, rêya bejahî Panamaîrkana, ku navenda bajarê Bûenos Aîresê bi bajarên din ên welêt ve girê dide, li hatina kedkaran birîn û bi ava şid, ço û gazê êrîşî kedkarên xwestin bimeşin, kirin. Di dema êrîşê de gelek kedkar birîndar bûn.
Li Arjantînê, eflasyona salane herî dawî weke rêjeya ji sedî 40 hatibû eşkerekirin. Hikûmeta Macrî jî ji bo kedkaren perwerdeyê zema ji sedî 20 pêşniyar kiribû. Li ser vê yekê kedkarên perwerdeyê dest bi berxwedanê kiribûn. Li vî welatî, zêdebûna buhayê elektrîk, gaz, av û ragihandinê, ku di asta ji sedî 500 de pêk hatiye, jiyana kedkaran gelekî tengav kiriye. Kedkar dixwazin, mûçeyên wan herî kêm ji sedî 35 bê zêdekirin.