Li Ahvazê çem radibe: Nexweşxaneyek hate valakirin

Li Îranê ji ber lehiya Newrozê û vir ve bîlanço giran dibe. Li Ahvazê ji ber rabûna çemekî nexweşxaneyek hate valakirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê, gerînendeyê Nexweşxaneya Gulistanê Meysam Mûazî diyar kiriye ku nexweşxaneya Salamatê hatiye valakirin û nexweş birine nexweşxaneya Gulistanê.

Hate ragihandin ku ji roja Duşemê û vir be rayedar hewl didin pêşiya çemê Karker bigirin an jî berê wê bidin cihekî din. Ji ber ku ji ber lehiyê ava çem rabûye û avê xwe bera deştê daye.

Roja Şemiye jî ji ber rabûna avê ji bo valakirina şeş bajaran ferman hatibû dayîn. Hate diyarkirin ku heta niha 61 gund di bin avê de mane.

Li gorî agahiyên fermî li Îranê ji ber lehiyê 70 kes mirine. Lê li gorî çavkaniyên ji herêmê bi sedan kes mirine.

Li gorî rayedarên fermî xisara maddî ya heta niha herî kêm 150 hezar milyar Riyalê Îranê ye (Herî kêm 980 milyon eûro).