Li Afrîkayê astengnekirina zêdebûna nifûsê arîşeya herî mezin e

Li Afrîkayê sersedema herî girîng a mirina dê û zarokan zêdebûna nifûsê tê nîşandan.

Hefteya bihurî li paytexta Îngilîstan Londonê, di konferansa Famîly Plannîng 2020’ê de li ser zêdebûna nifûsa Afrîkayê tevdîr hatin nîqaşkirin. Li Afrîkayê sedema mirina dê û zarokan li gel hejariyê zêdebûna nifûsê tê nîşandan.

Konferans bi hevkariya ajansên Brîtanî û DYA’yê UKAID û USAID Û HER Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) û Weqfa Bill & Melinda Gates hate lidarxistin, konferans armanc dikir ku bîlançoya xebatên heta niha yên ji bo Afrîkayê were diyarkirin. Di konferansê de hate gotin her çendî leza zêdebûna nifûsê ya li Afrîkayê kêm bûbe jî zêdebûna wê didome û divê çi alîkarî werin kriin.

ZÊDEBÛNA NIFÛSÊ BI QASÎ NÎVÊ NIFÛSA DINYAYÊ ÇÊDIBE

Di konferansê de hate gotin li Afrîkayê hê jî nifûs 1 milyar û 250 milyon e û têp ayin ku 2050’î ev bibe 2,5 milyar. Li gorî daneyê NY’yê di 33 salÊn pêş me de nifûsa dinyayê bi giştî 2,2 milyar wê zêde bibe û nîvê vê zêdebûnê wê li Afrîkayê be.

Li tevahiya dinyayê rêjeya zêdebûnê ya her jinê 2,5 lê li Afrîkayê ev rêje dibe 4,7. Ev rêje li parzemîna 2,4, li Emrîka 2,1 û li Ewropayê 1,7 e. Lê ji bo ku nifûsa weletekî were domdarkirin divê ev rêje 2,05 be.

Tê zanîn girêdayî zêdebûna nifûsê ji, ji ber zêdebûna di nav şertên neyênî de her sal bi 100 hezaran jin dimirin. Tê texmînkirin ku her sal 300 hezar dimirin.

KONTROLA ZÊDEBÛNÊ Û DESTEKA TIBÎ HATE KÊMKIRIN

1990’î ji her 100 hezar jinên ku zarok dianîn 996 jê dimirin, ev hijmar 2015’an bû 555. Lê dîsa jî rêjeya mirinê ya di dem zêddebûnê 99 ji 100’î di serî li Afrîkayê li welatên hejar e û ev girîng tê dîtin.

Tê gotin kêmbûna vê rêjeya mirinê ya di zêdebûnê ew e ku ji 2000’î ve tevdîrên kontrolê hatin zêdekirin û desteka tibî ye ku di dema zêdebûnê de tê dayin. Heke ev xebat werin domdarkirin mirina dayikan a di dema zêdebûnê de li parzemîna Asyayê mirov wê bikaribe bigihe rêjeya mirinê ya ji 100 hezarî 120’î.

HER ÇENDÎ MIRINA ZAROKAN KÊM BÛBE JÎ NÎVÊ MIRINAN E

Li gorî konferansa Famîly Plannîng 2020’ê xaleke dî ya girîng ew e ku ji ber sedema nebûna kontrolê ya li ser nifûsê hê jî bi milyonan zarok dimirin.

Li gel enfeksiyonên di dema ducanîbûnê û zêdebûnê de, ji ber sedema kêmbûna desteka tibî li Afrîkayê bi milyonan mirov dimirin.

Her sal 6 milyon zarokên ku  temenê wan di bin 5 saliyê de dimirin û ji van 2,8 milyon li parzemîna Afrîkayê dijîn. Di vê de li gel têrnebûna kêmbûna derzî û dermanan tê nîşandan.

TEVDÎRÊN PÊŞÎLÊGIR DIVÊ LI HEMÛ PARZEMÎNÊ BERBELAV BIBE

Di konferansê de ew encam hate derxistin ku li gel hewldanên Neteweyên Yekbbûyî û saziyên alîkar ê mirovî xebatên kontrolê yên zêdebûnê yên li welatê Efrîkî hê kêm in û zêde ne hîkar e.

Li gorî xebatên ku hatî kirin li parzemîna Afrîkayê ji jinên ku di temenê dayikbûnê de ne 214 milyon jê ne xwedî derfetên kontrola zarokanînê ne. Ji van jinan 59 milyon jê bêhtir bi tevdîrên klasîk neçar in ku qîma xwe bînin.

FON DIVÊ DU CARAN LÊ WERIN ZÊDEKIRIN

Niha li welatên Afrîkayê ji bo plangeriya malbatî her çendî 31 milyar dolar bin jî ji bo ku kêmtir dayin bimirin ev fon divê were zêdekirin. Heke ev fon salê bibe 60 milyar dolar li Afrîkayê encameke girîng dikare were bidestxistin.

Lê fonên zêdek ên welatên ku tevlî konferansê bûne bi 2,5 milyar dolarî sînordar man. Kanada, Brîtanya û Skendînawya di van fonan de welatên herî li pêş in, di pey van re bi 1,5 milyar dolarî Hindistan, Bangladeş û hin welatên Afrîkî tên.