Li Afganistanê êrîşek din: 19 polîs hatin kuştin

Li Afganistanê di êrîşa tevgera Talîban a li bakurê welat de herî kêm 19 polîs hatin kuştin.

Berdevkê Waliyê Kûndûz Nehmattûllah Teymûrî ragihand ku di êrîşê de 19 kes hatin e kuştin û 5 kes jî birîndar bûne. Tevgera Talîbanan ev êrîş jî li xwe girt.

Di nava rojê de hejmara miriyên endamên ewlehiyê bûn 36 kes. Di êrîşa li dijî baregeheke ya artêşê ya li wîlayeta Herat a dikeve rojhilat, li gorî berpirsan 17 leşker hatine kuştin. Li gorî bîlançoya Talîbanan ku dest danîne li ser çekên leşkeran hejmara kuştiyan 18 ye.

Ev êrîşa Talîbanan piştî îlankirina agirbestê ya ji bo cejna Remazanê bi çend saetan pêk hat.

Agirbesta tevgera Talîbanan ji sala 2001’an ve weke cara destpêkê hate nirxandin. Talîbanan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kirin ku wê bi hêzên Afgan re şer nekin. Li aliyê din Talibanan ragihand ku wê operasyonên wan yên li dijî hêzên biyanî ku weke ‘hêzên dagirker’ bi nav dikin bidomîne. Talîbanan ragihand ku di dema êrîşekê de wê xwe biparêzin.

Eşref Ganî roja Pênçşemê li dijî Talîbanan agirbesta yek alî îlan kiribû. Li welat ji 2015’an ve çeteyên DAIŞ’ê yên aktiv ji derveyî çarçoveya abirbestê hatibûn hiştin.

Ganî ragihandibû ku wê agirbest roja 27’ê ya meha Remezanê (roja Sêşemê) dest pê bike û heta roja 5’an a cejnê bidome. Bi şêweyek din wê agirbest di navbera 12-19’ê Hezîranê de be.