Talîbanan ji sala 2001’an ve cara destpêkê agirbest qebûl kirin

Li Afganistanê tevgera Talîban ragihad ku di dawiya meha Remezanê de wê 3 rojan bi hêzên Afgan re şer nekin. Beriya 2 rojan jî Serokkomarê Afganistanê Eşref Ganî agirbesta yek alî îlan kiribû.

Agirbesta tevgera Talîbanan ji sala 2001’an ve weke cara destpêkê hate nirxandin. Talîbanan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kirin ku wê bi hêzên Afgan re şer nekin. Li aliyê din Talibanan ragihand ku wê operasyonên wan yên li dijî hêzên biyanî ku weke ‘hêzên dagirker’ bi nav dikin bidomîne. Talîbanan ragihand ku di dema êrîşekê de wê xwe biparêzin.

Eşref Ganî roja Pênçşemê li dijî Talîbanan  agirbesta yek alî îlan kiribû. Li welat ji 2015’an ve çeteyên DAIŞ’ê yên aktiv ji derveyî çarçoveya abirbestê hatibûn hiştin.

Ganî ragihandibû ku wê agirbest roja 27’ê ya meha Remezanê (roja Sêşemê) dest pê bike û heta roja 5’an a cejnê bidome. Bi şêweyek din wê agirbest di navbera 12-19’ê Hezîranê de be.