Li Afganistanê beriya ku agirbest dest pê bike 17 leşker hatin kuştin

Li Afganistanê tevgera Talîban ji bo cejna Remezanê 3 roj agirbest qebûl kir û piştî vê çend saetan di êrîşeke li rojhavayê welat de herî kêm 17 leşker hatin kuştin.

Êrîş li bajarokê Zavol pêk hat. Berpirsê bajarokê Zavol Mûhammed Saîd Serwarî ragihand ku di êrîşa Talibanan de 17 leşker hatin kuştin. Serwarî got, piştî êrîşê Talîbanan dest daniye ser çekên leşkeran.

Tevgera Talîban li ser Whatsapp’ê daxuyaniyek da û êrîş li xwe girt. Talîbanan ragihand ku 18 leşker hatine kuştin.

Ev êrîşa Talîbanan piştî îlankirina agirbestê ya ji bo cejna Remazanê bi çend saetan pêk hat.

Agirbesta tevgera Talîbanan ji sala 2001’an ve weke cara destpêkê hate nirxandin. Talîbanan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kirin ku wê bi hêzên Afgan re şer nekin. Li aliyê din Talibanan ragihand ku wê operasyonên wan yên li dijî hêzên biyanî ku weke ‘hêzên dagirker’ bi nav dikin bidomîne. Talîbanan ragihand ku di dema êrîşekê de wê xwe biparêzin.

Eşref Ganî roja Pênçşemê li dijî Talîbanan  agirbesta yek alî îlan kiribû. Li welat ji 2015’an ve çeteyên DAIŞ’ê yên aktiv ji derveyî çarçoveya abirbestê hatibûn hiştin.

Ganî ragihandibû ku wê agirbest roja 27’ê ya meha Remezanê (roja Sêşemê) dest pê bike û heta roja 5’an a cejnê bidome. Bi şêweyek din wê agirbest di navbera 12-19’ê Hezîranê de be.