Li Afganistanê êrîşa xwekujî: 19 kes mirin

Li bajarê Celalabat yê rojhilatê Afganistanê di dema çalakiyên protestoyêi de êrîşekî xwekujî pêk hat, 19 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn.

Êrîş di dema çalakiya protestoyî ya midûrê nû yê emniyetê li nêzî sînorê Pakistanê pêk hat. Êrîşa xwekujî di nava çalakgerên rêya sînor girtî de pêk hat. Berpirsê wîlayeta Nangahar Ataûllah Hogyanî got 19 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn.

ZAROKÊN KEC DI HEDEFA ÊRÎŞAN DE NE

Sibeha Sêşemê jî li dijî dibistanekî ya zarokên keç ya li Celalabadê 2 êrîş pêk hatin, kesek mirîbû û 4 kes jî birîndar bûn. Teqîna yekem seat 08:30’an li pêşiya dibistana Malîka Omeyra û teqîna duyem jî dema ku xwendekarên xort diçûn cihê teqînê pêk hat.

Heta niha kesekê êrîş li xwe ne girtiye. Li herêma navborî  çeteyên DAIŞ û tevgera Talîban aktîvin. Her ku kom jî li dijî derketina jinan a çûyina dibistanê ye. Ji ber êrîşan gelek dibistanên ku zarokên keç diçûnê hatin girtin.