Li Afganîstanê êrîş: Herî kêm 11 kes mirin
Di êrîşekî întixarî ya li paytext Kabîl a Afganîstanê hate lidarxistin de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşekî întixarî ya li paytext Kabîl a Afganîstanê hate lidarxistin de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên ji aliyê Wezîrê Karê Hundir ve hate dayîn, li dijî polîsên ewlekariya xwepêşandanekê ya li paytextê dikir êrîşekî întixarî hate kirin.
Berdevkê Wezaretê Nasrat Rahîmî, diyar kir ku di êrîşê de herî kêm 5 polîs û 6 sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî çavkaniyên polîsan jî di êrîşa întixarî de 25 kesan birîndar bûne. Heta niha kesê êrîş negirtiye ser xwe.