Li Afganîstanê êrîş: Gelek kes mirin

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, ji ber êrîşa xwekujî herî kêm 24 kes mirin, 42 jî birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir a Afganîstanê ragihand, êrîş bi wesayiteke bombebakirî li taxeke ku piraniya şêniyên wê Şîa ne, hatiye kirin. Piştî êrîşê dor li cihê bûyerê hate girtin. Tê gotin, dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de, ji ber êrîşan li Afganîstanê hezar û 662 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.