Li Afganîstanê êrîş: 5 mirî, bi dehan birîndar

Li bajarê Laskar Gah ê Afganîstanê, di êrîşeke xwekuj de 5 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Laskar Gah ê Afganîstanê, êrîşeke xwekujî li dijî qereqoleke polîsan hate kirin. Di encamê de 5 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Talîbanê ev êrîş li xwe girt.

Hat ragihandin, ku ji ber teqîn di dema kar de hate kirin, li cihê bûyerê gelek mirov hebûn.

Teqînê her wiha bandor li dibistaneke nêzî cihê bûyerê kir. Rayedarên nexweşaneyê gotin, 38 kes birîndar bûne û piraniya wan jî zarok in.