Li Afganîstanê di êrîşên duh de 60 kes mirin

Li Afganîstanê, li du bajaran di êrîşên xwekujî yên duh de 60 kes mirin.

Hejmara mirovên di êrîşa xwekujî ya dijî mizgefta Şîa ya li paytexta Kabûlê de jiyana xwe ji dest dan, derket 30 kesî. Hejmara mirovên di êrîşa li mizgefta Îmam Zaman de birîndar bûn, 45 e.

Li navçeya Doleena ya wîlayeta Gorê jî, di êrîşeke din de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 10 kes jî birîndar bûn.

Çend roj berê li Kandaharê, di êrîşeke xwekujî ya dijî baregeke leşkerî de ku Talîbanê li xwe kir, 43 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn.