Li Afganîstanê di êrîşekê de 43 leşker hatin kuştin
Li bajarê Kandahar ê Afganîstanê, ji ber êrîşeke bombeyî ya li baregeheke leşkerî 43 leşker mirin, 9 leşker jî birîndar bûn.
Li bajarê Kandahar ê Afganîstanê, ji ber êrîşeke bombeyî ya li baregeheke leşkerî 43 leşker mirin, 9 leşker jî birîndar bûn.
Li bajarê Kandahar ê Afganîstanê, li hemberî baregeheke leşkerî êrîşeke bombeyî hate kirin.
Wezareta Parastinê ya Afganîstanê ragihand, ku êrîş ji aliyê çalakgerên xwekuj ve hatiye kirin.
Li gorî agahiyên ji aliyê medya Afganîstanê ev hatin weşandin, di êrîşê de 43 leşker mirin, 9 leşker jî birîndar bûn.
Talîbanê êrîş li xwe girt.