Li Adigeyê jinan destek dane grevên birçîbûnê

Jinên li Adigeyê desteka dane grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda girankirî ya  li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Organîzasyona Jinên Kurd-Bêrîtan a li Adigeyê destek da  grevên birçîbûnê yên bi daxwaza ku tecrîda li ser gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe.

Jinên ku li Navenda Çanda Kurd a Adigeyê hatin cem hev û daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji hêla Sînem Broyeva ve hate xwendin. Broyeva xwest ku dewleta Tirk demildest daxwaza çalakgeran bi cih bîne û dawî li tecrîda li ser Ocalan bîne.

Broyeva got, ''Bêriya ku bi derengî bikeve dewleta Tirk divê daxwazên mafdar û mirovî yên çalakgeran bi cih bîne. Hêzên navdewletî li ser vê mijarê divê zextê li dewleta Tirk bikin da ku hewcehiyên peymanên ku îmze kirine bi cih bîne.''

Broyeva her wiha bang li gelê Kurd kir ku destekê bide grevên birçîbûnên yên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Divê gelê me faşîzma AKP'ê û hevkarê wê MHP'ê ji Kurdistanê derbixîne, êdî gelê me divê li li ber xwe bide.''