Li Adigeyê hevkariya AKP-PDK'ê hate şermezarkirin

Jinên Kurd ên li Adigeyê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Başûrê Kurdistanê de şermezar kirin.

Jinên Kurd ku li Komara Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.

Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyeva li dijî êrîşên dewleta Tirk ên dagirker bang li hemû jinan kir ku bihistyar bin.

Broyeva di axaftina xwe de bal kişande ser hevkariya PDK'ê û dewleta Tirk a li ser dagirkeriyê û got, ''PDK piştî Şengal û Kerkûkê niha jî îxanetê li herêma Behdînan dike. Rêveberiya PDK'ê ku derdê wê ew e ku bi dewleta Tirk a faşîst e re ku li çar parçeyan zilmê li Kurdan dike û komkujiyê dike, têkiliya xwe baş bike, di serî de destkeftiyen Başûrê Kurdistanê, desetkeftiyên hemû gelê Kurd dixe talokeyê. Di serî de jin, divê hemû gelê me li dijî vê lîstikê zêdetir bihistyar bin û li dijî xeta îxanetê ya bi hevkariya AKP-PDK'ê li ber xwe bidin.''