Li Ûkranyayê yasaya sînorkirina weşanê bi zimanê Rûsî

Parlementoya Ûkranyayê, piştî ku hinek malperên înternetê yên bi Rûsî girt û şûnde, niha jî pêşnûmeyekî ya sînorkirina bikaranîna zimanê Rûsî ya di weşanên televîzyonan de erê kir.

Parlementoya Ûkranyayê di dengdayîna li Verkhovna Radê de,pêşnûmeya ku di weşanên hemû kenalên neteweyî de herî kêm divê ji sedî 75’ê bi neçarî bi zimanê Ûkranî weşanê bike erê kir. Di pêşnûmeyê de 15 ‘Na’, 269 perlementeran jî dengê ‘Erê’ bikar anîn. 10 parlementeran jî dengê bê alî bikar anîn.

Bi ketina meryetê ya pêşnûmeyê re, di kenalên neteweyî de ji sedî 75 ji bo bernameyên Ûkranî, di kenalên belgeselan de jî herî kêm ji sedî 50’ hate diyarkirin.

Li Ûkranyayê ligel welatiyên Rûs ê ku ji pêcan yekê nifûsa wê pêk tîne, ji ber bandora demê Soveyetê bikaranîna zimanê Rûsî pir belav bibû. Serokê Rada yê ku bi nîjatperestiya dijî Rûsan tê naskirin, têkildarî pêşnûmeyê wiha got: “Carekî din hate diyarkirin ku Rade ya Ûkranyayê ye û da nîşandan ku şopên “Sovyeta emperyalîst” dide jêbirin.”

Tê payîn ku pêşnûmeya ku ji aliyê koma li Rada yê ve hate dengdanê, ji aliyê Serokkomar Petro Ooroşenko ve bê erêkirin.

Di hefteya bihurî de Yandex a malpera lêgerînê ya bi Rûsî û Vkontakte a tora civakî ya Rûsî li gel malpera Odnoklassîkî jî hatibûn qedexekirin.