Li Ûganda erd şemitî: Bi kêmanî 34 kes mirin

Ji ber barana zêde ya roja Pêncşemê li rojhilatê Ûgandayê erd heziya û bi kêmanî 34 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li qontara Çiyayê Elgon ê dikeve herêma sînorê Kenya erd heziya. Rêxistina Xaça Sor a Ûganda, ragihand ku 34 kesan jiyana xwe ji dest daye. Tê diyarkirin ku dibe bîlanço hê zêdetir bibe, hê nayê zanîn bê ka çend kes hê di bin axê de mane.

Serokkomarê Ûganda Yowerî Mûsevenî yê têkildarî hezîna li Bûkalasî yê pêk hat, li ser Twîtterê daxuyaniyek da, anî ziman ji ber hezînê li herêmê kaos rûdaye.

Li gorî rayedarên herêmî karesat ji ber çemekê derket, sûkeke li Bûlakasî yê jî xiste pêşiya xwe û bir.

Bûlakasî dikeve naçveya Bûdûda ya dikeve qontara Çiyayê Elgonê, bi taybet ji ber nebûna daran, erdê wê pir sist e. Tîmên li herêmê ragihandin ku darên li herêmê hatine birîn.

Ji ber hezîna li heman herêmê ya Adara sala 2010’an bi kêmanî 100 kes miribûn, sala 2012’an jî ji ber hezînê 3 gund bi temamî tine bibûn.