Li Şîliyê Destûra  dîktatoriyê mayî wê were dengdan

Kongreya Şiliyê piştî raperîna gel qebûl kir ku Destûra ji dîktator Pînochet mayî biçe referandûmê.

Lli kongreyê hate qebûlkirin ku referandûma Destûrê 26'ê Nîsanê were kirin. Projeya referandûmê ku li dijî 3 dengan bi 38 dengan hate qebûlkirin Çile li Senatoyê were vekolin.

Di referandûmê de wê ji hilbijêrên Şiliyê were pirsîn bê ka hewceyî bi Destûreke dî heye yan na. Pirseke dî jî ku wê were kirin derbarê wê saziyê ye ku wê Destûra nû binivisîne. Yan wê meclîseke damezirîner a klasîk ku ji bo demeke kurt hatî hilbijartin, yan jî ''Konvansiyona Destûrê ya Têkel' ku ji parlamenter, berpirsên siyasî û welatiyan pêk hatî wê ji bo nivîsîna destûrê were peywirdarkirin.

Heke li ser mecîsa damezirîner a klasîk li hev bikin, ku di vê meclîsê de wê hijmara jin û mêran yek be, wê cih bidin namzetên xwecih ên kêmar û serbixwe jî.