Li Şanghayê bahoza herî tund a 75 salên dawiyê

Bahoza Bebinca ya ku piştî Fîlîpînan û Japonyayê derbasî Çînê bû, di nava 75 salên dawî de bû bahoza herî tund a li Şanghayê qewimî. Li tevahiya peravê rojhilatê welêt, bi milyonan kesan xwe spartin malên xwe.

Bebinca ya ku destpêkê li Fîlîpînan û Japonyayê derbas bû, di derdora saet 07.30’an de li rojhilatê bajarê Şanghay’ê li Lingang New City a li herêma Pudong gihişt bejahiyê û alarma sor hate dayîn.

Li gorî qenala televîzyonê ya Çînê CCTV’ê bi bayên ku di saetê de gihiştin leza 151 kîlometreyê, ev “ji sala 1949’an ve li Şanghayê bahoza herî tund a derketî bejahiyê ye”.

Li du balafirgehên sereke yên Şanghay’ê rabûna hemû balafiran hatin betalkirin. Şaredariyê hişyarî li nifûsa 25 milyonî kir ku malên xwe neterikînin. Li herêma Chongming a ku giraveke di devê çemê Yangtze’yê de ye, 9.000 hezar kes hatin tehliyekirin.

Rêyên bejahî di saet 01.00’an de hatin girtin.

Li gorî medyaya Çînê tê payîn ku Bebinca bibe sedem ku li eyaletên Jiangsu, Zhejiang û Anhui’yê baran û bayên tund çêbibin.