Li Îtalyayê wesayitekê da nava komeke tûrîstan: 6 kes mirin

Li herêma Sudtîrol a Awûstûryayê, wesayitek kete nava komeke tûrîstan. Di bûyerê de 6 tûrîstên Elman jiyana xwe ji dest dan.

Li herêma bêhnvedanê Sudtrîol a li navbera Îtalya û Awûstûryayê, wesayitek da nava komeke tûrîstan. Di bûyerê de 6 tûrîstan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên destpêkê yên ji aliyê polîsan ve hatin ragihandin tûrîstên jiyana xwe ji dest dan hemû Elman in.

Qezaya giran doh bi şev saet di 01:00 de li nêzî Brûneckê qewimî. Polîsên Îtalyayê der barê qezayê dest bi lêpirsînê kirin. Radyoya Raî Sudtîrol a li herêmê weşanê dike, ragihand ku wesayitê dayê nava koma tûrîstan a ji 17 kesî û bi encame de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di bûyerê de gelek kes jî bi giranî birîndar bûn. Rayedarekî polîsan agahî da ajansa nûçeyan a Elman DPA'ye û diyar kir ku yên jiyana xwe ji dest dan hemû ji Elmanyayê hatine. Tê payin ku rayedarên polîsan der barê bûyerê îro daxuyaniyeke berfireh bidin.

Sudtîrol ku di navbera Awûstûrya û Îtalyayê de ye mêvandariyê ji sporên zivistanê re dike û bi vî rengî naskirî ye. Hefteya derbasbûyî jî li heman herêmê aşût ketibû û 3 tûrîstên Elman jiyana xwe ji dest dabûn.