Li Îtalyayê ji bo Wezîrê Karê Navxwe lêpirsîna penaberan dest pê kir

Li Îtalyayê bi hinceta astengkirina ketina penaberan ya ji bo welat û metirsiya li ser jiyana wan, di derbarê Wezîrê Karê Navxwe de lêpirsîn hate vekirin.

Li bajarê Palermo yê Sîcîlya ji aliyê dozger ve daxuyanî hate dayîn û hate gotin  lêpirsîna berê li Agrîgente hatibû vekirin birine Palermoyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi mîsogerî  di derbarê Wezîrê Karê Navxwe Matteo Salvînî û şefê kabînê  ji sûcê ‘bi zorê girtin’ û ‘bi xirabî peywira xwe kirinê’  lêpirsîn hatiye vekirin.

Piştî ku hate ragihandin lêpirsin birine Palermoyê partiya Lîga Bakur (Lega Nord) Salvînî got; “Organekî dewletê li dijî organek din yê dewletê lêpirsin vekiriye”. Salvînî hinceta ‘kesê hatî hilbijartin’ xwe nîşan da û got ji ber parastina sînorên welatê xwe nehiştiye ku penaber derbas bibin.

Tevî lêpirsînê jî Salvînî got, di polîtîkayên tund yên li dijî penaberan de tenê ‘gavekê’ jî gava xwe paşv e navêje.

Lêpirsina destpêkê li bajarê Agrîgente ji aliyê dozger ve piştî ku li Derya Spî keştiyekî penaberan hatibû astengkirin û hatibû desteser kirin, hatibû vekirin.