Li Îtalyayê ji ber ba û bahozê 4 kes mirin

Li navenda Îtalyayê ji ber ba û bahozê herî kêm 4 kes mirin, yek jê zarok e.

Ba û bahoza ku roja Şemiyê li navenda Îtalyayê rabû, bû sedema mirina mirovan. Li Capena ya nêzî Romayê, bavekî ku hewl dida banê xaniyê xwe yê ji ber ba zerar dît sererast bike, ji ber bê pengizî û li ser kurê xwe ket ku li jêrê bi pêlikan digirt. Zarokê 14 salî jiyana xwe ji dest da.

Li herêmeke nêzî Frosînoneyê jî, dîwarê çewlikekê rûxiya, du kesên derdora 70 salî di bin de man û jiyana xwe ji dest dan. Li Gûîdonîayê jî, dara çamê bi ser wesayitekê ve ket û di encamê de kesekî 45 salî jiyana xwe ji dest da.