Li Îtalyayê di 24 saetan de 651 kes mirin
Li Îtalyayê ji ber sedema pandemiya koronavîrûsê dinava 24 saetên dawî de 651 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Îtalyayê ji ber sedema pandemiya koronavîrûsê dinava 24 saetên dawî de 651 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Parastina Sivîlan, li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dane, gihişte 5 hezar û 476 kesan.
Hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 651 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Roja şemiyê 793 kesan jiyan xwe ji dest dabûn. Bi giştî hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 59 hezar û 158 kesan. Li gorî rewşa tê dîtin, Îtalya bû welatê herî zêde mirin lê çêbûyî.