Li Îsraîlê hikumet bi rengekî fermî ava bû

Li Îsraîlê, hikumeta koalîsyonê ya navbera Serokwezîr Netanyahû û Benny Gantz ku zêdeyî saleke hewldan jê re çêdibûn, dawiya dawî ava bû. Dadgeriya bilind hikumeta koalîsyonê pejirand.

Ji meha Nîsanê ya derbasbûyî û vir ve li Îsraîlê sê caran hilbijartinên giştî hatin kirin, ji ber ku hikumet ava nedibû. Di dawiya dawî de li ser hikumeteke koalîsyonê li hev hate kirin. Hikumeta koalîsyonê ji partiya Lîkûdê ya bi lîderiya Serokwezîr Benyamîn Netanyahû û partiya hevrikê wî Tifaqa Şîn-Spî ya rastgiriya navendî ya bi lîderiya Benny Gantz pêk tê. Lihevkirina herdu partiyan çûbû ber destê Dadgeha Bilind a Îsraîlê.

Li gel sûcdariyên têkildarî karên nelirê û bikaranîna wezîfeyê bi rengekî nebaş ên der barê Netanyahû, Benny Gantz qebûl kir ku pê re hikumeta koalîsyonê ava bike. Dadgeha Bilind jî hikumeta koalîsyonê pejirand.

Bi vî rengî ji sala 1948'an dema avabûna Îsraîlê û vir ve krîza herî demdirêj a hikumetê çareser bû.