Li Îsraîl û Îtalyayê erd hejiya

Li paytexta Îtalya Romayê serê sibehê erd hejiya, xisar li kesî nebû. Li Îsraîlê jî du erdhejên sivik rû dan.

Li Romayê saet di 05:00 de li gorî Enstîtuya Neteweyî ya Volkanolojî û Jeofîzîk a Neteweyî bi tundiya 3.3 pileyî erd hejiya. Hate ragihandin ku ji ber erdhejê xisar nebû.

Îtalya ji ber ku li navbera plakaya Ewropa-Asya û plaka Efrîkayê ye, xaka wê weke qadeke bi rîsk a sîsmîk tê dîtin.

Di 6'ê Nîsana 2009'an de ji ber erdheja li bajarê Awûîla û herêma wê zêdeyî 300 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Li bakurê Îsraîlê jî serê sibehê du erdhejê sivik rû dan. Li bajarê Beît Shan ê li Geliyê Urdunê saet di 05:38'an erd hejiya, li gorî agahiyên destpêkê xisar nebû. Tundiya erdhejê jî 3.3 pile bû. Erdheja duyemîn jî li herêma Hayfa bi tundiya 2.7 pileyî bû.