Li Îranê li gorî encamên destpêkê Rûhanî qezenc kir
Li Îranê roja Înê hilbijartina serokkomariyê hat kirin û li gorî encamên ne diyar Serokkomara Hasan Rûhanî li pêş e.
Li Îranê roja Înê hilbijartina serokkomariyê hat kirin û li gorî encamên ne diyar Serokkomara Hasan Rûhanî li pêş e.
Wezarata Navxweyî piştî hijmartina 25,9 milyon dengan li gorî encamên destpêkê Rûhanî 14,6 milyon deng bidest xist û hevrikê wî Îbrahîm Reyîsî ji 10,1 milyon deng bidest xistiye.Li gorî encamên ne fermî Rûhanî sedî 56 deng û Reyîsî ji sedî 39 deng girtiye. Ger guhertinek çênebe Rûhanî bidesxistina zêdetirî dengan wê dîsan bibe serokkomar.
Li gorî wezareta navxweyî ji 56,4 milyon hilbijêran nêzî 40 milyon hilbijêr çûne ser sindoqan. Ev ji rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji desî 70 dide nîşandan.Di hilbihjartinê de 4 namzet jî bin lê tê zanîn ku hilbijartinekî di navbera Rûhanî û Reyîsî de bû.
Serokkomar tenê dikare 2 caran li pey hev vî erkî birêve bibe. Rûhanî yê 68 salî cara 2’yan bibû namzetê serokkomariyê. Hilbijartina serokkomariyê 4 salan carekê çêdibe. Rûhanî di hilbijartina 2013'an de sedî 50,7 deng girtibû û bibû serokkomar.Îbrahîm Reyîsî yê mûhafazakar ê 56 salî, nêzîkî serokê olî Ali Hamaneye. Hameney di meha Tîrmehê de wê bibe 78 salî. Navê Reyîsî ku wê cihê Hanaey bigre tê îfadekirin. Encax windakirina hilbijartinê ya Reyîsî wê encamekî çawe di serokê olî de çêke nayê zanîn.