Li Îranê ji ber qezaya otobusê 8 kes mirin

Li rêya bejahî ya navbera bajarên Kûm-Tehranê yên Îranê otobusek qelibî. Di qezayê de 8 kes mirin, 36 kes birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê, otobusa ku 44 kes tê de bûn, ji eyaleta Kermanê ya li başûrê rojhilat diçû Tehranê, lê danê sibehê qeza kir.

Medya xwecihî ragihand, ji ber ku ajokar bi xew ve çû, qeza çêbû. Di qezayê de 8 kes mirin, 36 kes birîndar bûn.

Îran yek ji wan welatan e ku herî zêde qezayên trafîkê yên bi encamên giran lê rû dide. Par li gorî hejmarên fermî 16 hezar û 300 kes ji ber qezayê mirin, 336 hezar kes jî birîndar bûn.

Meha Kanûnê li Tehranê otobusek ketibû kampuseke mezin a zanîngehekê. Ji ber qezayê 10 kes miribûn.