Li Îranê ji ber lehiyê 7 kes mirine

Li Başûrê Îranê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû û di encamê de 7 kes mirin.

Li gorî nûçeya ajansa Îranê ku xwe dispêre şefê operasyonên rizgarkirin û alîkariyên lezgîn yê heyva sor a Îranê Mehdî Velîpûr, 7 kes ji ber lehiya li eyaletên Bûşêher û Hurmuzganê mirine.

Ji derveyî wan her du eyaletan, eyaletên Îsfehan û Xûzistan jî ji lehiyê bandor bûn.

Li herêmên ku ji rewşa zirab a hewayê bandor bibûn xebatê lêgerîn û rizgarkirinê didome.

Di mehên Adar û Nîsanê ya sala 2019’an de ji 31 eyaletên Îranê 25 eyalet ber lehiyê ket û herî kêm 76 kes miribûn û her wiha 2 milyar euro xisar çêbibû.