Li Îranê erd hejiya
Li paytexta Îran Tehranê bi 5.1 pileyî erd hejiya.
Li paytexta Îran Tehranê bi 5.1 pileyî erd hejiya.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, li herêma Demavand a Tehranê saet di 00:48'an bi dijwariya 5.1 pileyî erd hejiya. Hate ragihandin ku erdhej bi 7 kîlometreyan li binê erdê pêk hatiye.
Berdevkê Saziya Servîsên Lezgîn a Îranê Mucteba Halîdî diyar kir ku piştî rûdana erdhejê tîmên destpêkê yên alîkariyê çûne herêmê.
Bajarên Kûm, Elbûrz û Gazvîn jî bi erdhejê hejiyan. Li ser bandora erdhejê li can û malê mirovan agahî nehatin parvekirin.