Li Îranê endamekî Besîç hate kuştin

Li eyaletên Sîstan û Belûcîstan ên Îranê li dijî hêzên Mûhafizên Şoreşê ji aliyê kesên ne nas ve çalakiyek hate kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, li bajarê Nîkşehr komeke çekdar hêzên Baregeha Qudus a Mûhafizên Şoreşê kiriye hedef. Hate ragihandin ku êrîş sibê pêk hatiye û endamekî Besîç di êrîşê de hatiye kuştin.

Hêzên Baregeha Qudus têkildarî êrîşê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di êrîşa li bajarê Nîkşehr a girêdayî eyaletên Sîstan û Belûcîstan ên Îranê endamê Besîç (Hêzên Seferberiyê” şehîd bû û 5 kes jî birîndar bûne.”