Li Îranê du teqîn pêk hat: 4 polîsên Îranê birîndar bûn

Fermandarê polîsên Îranê Mihemed Qenberî ragihand ku li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê duh du teqîn pêk hate û 4 polîs birîndar bûne.

Fermandarê polîsên Îranê Mihemed Qenberî ragihand ku şevê din li qada Bî’set ya bajarê Zahîdan du teqîn çêbûne û di teqînan de 4 polîs birîndar bûne.

Qenberî got; “Destpêkê bombeyekî destan li qadê hatiye teqandin û piştre hêzên taybet yên bêbandor kirina mayînan çûne cihê bûyerê. Polîsan beriya ku paketa gumanbar bê bandor bikin teqiya û 4 polîs birîndar bûn.”

Grûpa Ceyşa Edl (artêşa dadweriyê) berpirsyartiya vê çalakiyê girtiye stûyê xwe.