Li Îranê dengdayin heta direngiya şevê dom kir
Dengdayina ji bo serokkomariya Îranê bi dawî bû, bi hinceta ‘Beşdariya zêde ya hilbijêran’ dengdayîn 3 caran hate dirêjkirin, heta derengiya şevê dom kir.
Dengdayina ji bo serokkomariya Îranê bi dawî bû, bi hinceta ‘Beşdariya zêde ya hilbijêran’ dengdayîn 3 caran hate dirêjkirin, heta derengiya şevê dom kir.
Dengdayina ku di hat plankirin wê sae 18:00’na de bidawî bibe, bi hinceta li ber sindoqan welatî li pey hev bûne rêz, biryara 3 caran a dirêjkirina dengdanê hate dayîn. Her carê maweya dengdayînê 2 saetan hate dirêjkirin, heta derengiya şevê sindoq vekirî man.
Li Îranê ya ku xwedî 56 milyon hilbijêr e, ji aliyê rêxistinên Kurdan ên mîna KODAR, PJAK, KJAR û KCR’ê ve bang hate kirin ku neçin ser sindoqan.
Di hilbijartina sala 2013’an de ku ji sedî 72,7, ji bo hilbijartina îsal a serokkomariyê Hasan Rohanî, namzetê muhafazekaran Îbrahîm Reîs û Mûstefa Aqa Mîrsalîm û Mûstefa Haşemî Taba ê ku diyar kir ku wê piştgiriyê bide Roahnî jî beşdar bû.
Ji aliyê Îbrahîm Reîsî yê ku hevrikê herî bihêz ê Rohaniye bi hinceta ku di hilbijartinê de bêhiqûqi heye daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku gelek endamên hikûmetê û rêveberên herêmî ji bo Rohanî kar dikin.
Tê payîn ku encama dawî ya hilbijartin roja Yekşemê diyar bibe.