Li Îranê bi tundiya 5.8 pileyî erd hejiya

Li bakurê rojhilat ê Îranê bi tundiya 5.8 pileyî erd hejiya.

Li gorî navenda sîsmolojiyê ya Îranê, li bajarê Sanganê bi 8 kîlometreyan li binê erdê erdhejekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê xisar ji ber edhejê nebû. Sangan ku nifûsa xwe 10 hezar kes li ser sînorê Efganistanê ye.

Di 27'ê Kanûnê de jî li başûrê rojava yê Îranê li qadeke ku bi 45 kîlometreyan dûrî santrala nukleerî ya Bûşehrê bû bi tundiya 5.1 pileyî erd hejiya bû.

Di destpêka meha Mijdarê de li herêmeke bi 120 kîlometreyî li başûrê rojhilat ê bajarê Tebrîzê yê eyaleta Azerbaycan a Rojhilat bi tundiya 5.9 pileyî erd hejiya bû û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 120 kes jî birîndar bûbûn.

Îran li ser gelek plakayên tektonîk e. Di Mijdara 2017an de li wîlayleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi tundiya 7.3 pileyî erd hejiya bû û 620 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di sala 2003'an de li eyaleta Kerman a başûrê rojhilat ê Îranê bi tundiya 6.6 pileyî erd hejiya bû û bajarê Bam ê kevnare hilweşiya bû, herî kêm 31 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Erdheja herî giran a 30 salên dawî di sala 1990'î de li bakurê Îranê bi tundiya 7.4 pileyî rû dabû. Herî kêm 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn û nîv milyon mirov bêmal mabûn.