Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Îranê 334 bajar, 35 milyon kes wê tî bimînin

Li Îranê krîza avê her ku diçe girantir dibe. Hikûmetê jî nekarî ku ser fikarên xwe bigire. Wezîrê Enerjiyê got 334 bajar û 35 milyon kes tî dimînin.

Wezîrê Enerjiyê Reza Ardekaniyan di civînekê de ku rayedarên rejîmê lê hazir bûn, behsa wan herêman kir ku krîza avê bandora xwe li ser wan dike.

Ardekaniyan got, ‘’Li gorî çavdêriyan 64 bajarên ku nifûsa wan 10.5 milyon e bi sektora zer e, 62 bajarên ku nifûsa wan 17.2 milyon e bi sektora tirincî û 107 bajar jî bi sektora sor e. Ev jî nîşan dide ku li ser 334 bajaran bandora krîza avê heye.’’

Waliyê eyaleta Îsfahanê Muhsen Mehr-Alîzadeh jî 13’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê krîza avê qebûl kir û got piraniya zeviyên li eyalete ziwa bûne û havînî av wê pir kêm be ku bikaribin avê bidin 5 milyon û 200 hezar kesî.

Ev daxuyaniyên rayedaran ên li ser krîza avê wiha tê şîrovekirin ku krîz ji ya ku tê gotin pir wêdetir e.

Reutersê Adarê nûçeya xwe spartibû nûçegihanê bajarê Varzanehê ya eyaleta Îsfaxanê û bal kişandibû ser ziwabûna zeviyan. Nûçegihanê ku navê xwe nedayî got arîşeya ku jê re ziwabûn dibêjin ji ber wê sedemê ye ku rêveberiya li ser avê bi kambaxî ye.

Krîza avê ya ku tê jiyîn gefê li ser jiyana bi milyonan kes dixwe. Reqemên fermî yên li ser krîzê yên 2018’an e. Wê demê hatibû ku gotin ku welat hatiye ber ziwabûnê. Beriya niha jî rayedarên Kuzîstanê gotibû li bendavan av ketiye bin 20 ji 100’î. Ev jî tê maneya ku 80 ji 100’î yê avê çikiyaye.

Reqemên fermî nîşan dibêjin bendava Dezê 10 ji 100’î tije ye, ya Şarkehê jî 30 ji 100’î, ya Morudê 31 ji 100’î û ya Carehê jî 30 ji 100’î tije ye.