Li Îranê 18 rojnamevan hatin destgîrkirin

Hate ragihandin ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî û şûn ve, 18 rojnamevan ji aliyê rejîmê ve hatin destgîrkirin.

Komîteya Parastina Rojnamevanên navendî ya DYE’yê (CPJ) daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku ji destpêka çalakiyên protestoyî û vir ve 18 rojnamevan hatin destgîrkirin.

CPJ’ê anî ziman ku gelek rojnamevan bi serdegirtinên malan ên êvarê de, bêyî fermana girtinê yan jî di derbarê sûcdarkirinan de daxuyaniyek bê dayîn, hatin destgîrkirin.

Çalakiyên protestoyê, di 16’ê Îlonê de bi qetilkirina Jîna Emînî ya li Tehranê ji aliyê polîsên exlaq ve, re destpê kir.

Heta niha parêzvanê mafên mirovan Huseyîn Ronahî jî di nav de, bi hezaran kes hatin destgîrkirin.

Rêxistina Rojnamevanên Sînoran Nas nakin (RSF) bertek nîşanî hedef girtina rojnamevanan, astengkirina peywendiyan a bi medyayên dîjîtal ên weke Instagram û WhatsApp’ê da û got: “Rayedarên Îranê peyamek vekirî didin: Divê têkildarî protestoyan tu agahî neyê parvekirin.”

Li gorî daxuyaniya fermî di xwepêşandanên protestoyê de herî kêm 41 kes hatine kuştin, zêdeyî 1200 kes hatin destgîrkirin. Lê çavkaniyên muxalîf diyar kirin ku zêdeyî 8 hezar kes hatine destgîrkirin û zêdeyî 180 kes jî hatine kuştin.