Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bîlançoya karesata lêhiyê giran dibe

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê karesaeta lêhiyê heye. Li 400 bajar û gundên 25 eyaletan bi dehan kes mirin û bi milyaran dolar zirar heye. Rêya bi hezaran gund û bajaran hate girtin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdisanê piştî Newrozê ku weke destpêka sala nû tê dîtin ji ber barana zêde li 25 eyalatan lêhî rabûbû. Hate ragihandin ku heta niha li 23 eyaletan 57 kes mirine, zêdetirî hezar kes jî birîndar in û nêzî 300 kesî jî agahî nayê girtin. Li aliyê din hate diyarkirin ku 2 bajêr li bin avê de mane, rêya bi hezaran gund û bajaran hatiye girtin, bi dehan mal û cihên kar dibin avê de mane û bi milyaran dolar zirar çêbûye.

Beriya 15 rojan barana destpêkê li herêma Akkala ku weke Turkmen Sahra tê naskirin û dikeve bakurê Îranê lêhî rabûbû. Di demek kurt de piştî herêma Akkale li bajarên Memulan, Poldoxter û Hûramabad ên eyaletên Şîraz û Loristanê  baran bi bihêz barîbû.

2 BAJÊR DI BIN AVÊ DE MAN

Piştî karesata lêhiyê di encama xebatên tespîtkirina ziraran de derket holê ku bajarê Akkala û Gemîşan ên li bakurê Îranê dibin avê de mane. Beşek yê bajarê Hûrramabad ku paytexta eyalate Loristanê de di bin avê de maye. Li bajarê Hûrramabadê ji ber baranê 150 hezar welatî neçar man malên xwe biterikînin. Li bajarê Poldoxer ê Loristanê 5 hezar mal di bin avê de man. Li bajarê Memulan ê Loristanê jî mal û cihên kar hilweşiyan.

Li eyaletên Gûlistan û Mazenderanê heta niha li gorî tespîtan 6 hezar mal ji ber lêhiyê hilweşiyane.

Rêya navbera 78 bajar û 2199 gundan hilweşiyan û hatine girtin.

Rayedarê Wezareta Veguhestinê ya Îranê Şaban Alî Xawerî ragihand ku tenê ji ber rêyên hatine girtin hezar milyar û 600 mîlyon tumen zirar çêbûye û got dibe ku ev zirar bigihîje 2 milyar tumenê.

Li gorî daneyên ji aliyê meqamên fermî yê Îranê ve heta niha li eyaleta Gulistan 3 hezar milyar û 800 hezar tumen, li Lorisanê hezar milyar û 45 hezar tumen, li eyelatên Kohgîlûye-Bûyer Ahmed hezar milyar tumen, li eyaleta Bakur Horasan 690 milyar, li Çarmahal Baxtiyarî 699 milyar, li Kirmanşanê 486 milyar tumen, li Semmanê 190 milyar tumen, li Esfehanê 340 milyar tumen zirara maddî çêbûye.

Duh berdevka maseya krîzê a Îranê Bênhnam Seîdî ji televîzyoneke a Îranê re axivî û got; “Lehiyê li 23 parêzgehan daye. Her wiha li parêzgeha Îlam, Loristan, Çwarmehal, Bextiyarî, Kuhkkiluye, Buyr Ehmed, Xuzistan rewşa awarte hatiye îlankirin. Bi giştî lehiyê li 400 bajar û gundan daye û ziyanek mezin pêk hatiye. Herwiha 78 rêyên di navbera bajaran de, 2 hezar û 199 rêyên di navbera gundan û 84 pir xirabûne. Ji bilî wê li 15 parêzgehan 141 robar û çem bilind bûn û 400 cihên zeviyan jî di bin avê de man.”

Wezîrê Rêyan Mihemed Îslamî jî got ku di 50 salên borî de herî zêde îsal baran bariye. Mihemed di dewamê de got; “Nêzîkî 12 hezar kîlometre rêyên bajar, gund û sereke xira bûne.”