Li Îdlibê şer: 20 çekdaren alîgirê rejîmê hatin kuştin

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand, li herêma Îdlibê, êrîş çûye ser cihên ku hêzên rejîmê lê dimînin û bi kêmanî 20 çekdarên alîgirên rejîmê hatine kuştin.

Hate diyarkirin Heyet Tehrîr El  Şam (HTŞ) ya bi desteka Enqerê êrîş biriye ser deverên ku hêzên rejîmê lê disekinin.

Ji bo vî şerî, şerê herî giran tê gotin, ji ragihanda 'deverên bê leşker'  ve ya di navbeyna Tirkiyê û Rûsyayê de, ku Îlonê mîna 'devera ji leşkerê hatî valakirin' hatibû ragihandin.


SOHR'ê diyar kir, Duşemê li Herêmê di encama êrîşê de 5 kes mirine. Li gorî SOHR'ê ji Duşemê û vir ve bi kêmanî 20 şervanên alîgirên rejîmê hatine kuştin.

Her wiha hate gotin di şer de û bi bombekirinên rejîmê 9 endamên HTŞ'ê jî hatine kuştin. Hate ragihandin, piştî bombekirinên rejîmê ya van rojên dawî, bi hezaran sivîl ji Xan Şêxmûsê derketine û xwe li bajarê bakurê wê girtine.