Li Çînê pêla duyan 'bivênevê' ye!

Li Çînê ku pandemiya vîrûsa koronayê ya nû pêşî lê derketibû weqa hatin sifirê, pispor dibêjin pêleke nû wê ne pir dûr be.

Li Çînê ku Covîd-19' ya ku li tevahiya cîhanê heta niha ji nîv milyonî zêdetir mirovî geriyayî weqayên nû hatiye sifirê û hê bêhtir kesên ku ji derveyî welat tên bi wan re vîrûs heye.

Piştî du mehên bi karantiya giran li Çînê jiyan normal bû û nexasim di serî de turîst, zêdebûna geşt û geryanê fikaran çêdike. Pispor pê bawer in ku pêla duyan wê were.

Yek ji pisporê hêlan Benjamîn Cowlîng, ê ku ji Zanîngeha Hong Kongê ji rojnamea Globe and Maîl, a Kanadayê re axivî û got, hijmara weqayan a di pêla pêşî de, li gorî 1,4 nifûfa Çînê pir kêm e. Pispor diyar kir di pêla duyan de wê hijmara weqayan ne 81 hezar be û pêla duyan 'bivenevê' ye.

Tê gotin piştî ku tevdîrên li karantînayê hatine sistkirin di serî de Sûrhên Çînê, berê xwe didin qadên turîstîk ên din. Her wiha li Çînê dîsa qirêjiya hewayê zêde dibe.

Li gorî Coliwg pêla duyan wê pir giran geş bibe û li demeke dirêj berbelav bibe.

Ma Jîn, yek ji rêveberê Zanîngeha Şangay Jîalotong jî got têkoşîna dijî hêla Covîd-19'ê, wê 'şerekî pir domdirêj' be.

Li Çînê heta niha nêzî 82 hezar weqa hatine tespîtkirin, 3 hezar û 291 kes mirine.