Li Çînê meya 2 hezar salî hate dîtin

Li eyaleta Henanê ya li herêma rojhilatê navîn ê Çînê, li nava gorekê kûpekî bronz ê 2 hezar salî de hate dîtin. Di vî kûpî de jî mey a şile hebû.

Li gorî medya Çînê, li eyaleta Henanê di kûpekî de ku ji gorekê hate derxistin, meya şile ya 3.4 lîrtreyî ku rengê wê zer e, hate dîtin.

Li gorî arkeologan, meya di kûpê bronz de, ya dema Xanedaniya Xan a Rojava (Sala 202 Beriya Zaniyê - Sala 8 Piştî Zayinê) ye.

Ajansa Çînê ya Nû li ser mijarê nûçeyek weşand, lê agahiyên berfireh neda bê devê kûp çawa hatiye girtin ku meya şile çawa xera nebûye.

Mey ji bo rêjeya alkola tê de were tespîtkirin wê li laboratûwarê were lêkolîn.

Di gorê de her wiha çirayek bi şeklê qazeke kovî hate dîtin.

Beriya niha jî alkolek ji wê serdemê mayî hatibû dîtin.

Arkeologan sala 2010'an di dema karê berfirehkirina balafirgeha Xîanê de li nava gorekê di hundirê kûpekî 2.400 salî de şorbe dîtibûn.