Li Çînê ji ber şewata li febrîqeyekê 19 kes mirin

Li rojhilatê Çînê ji ber şewata li febrîqeyeke xurekê 19 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bûyer li wîlayeta Zhejîangê Yekşemê rû da. Ji ber şewata li febrîqeyeke şîrketa Rûîqî Shiyongpînê li gorî rayedarên xwecihî 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 jê bi birîndarî 8 kes hatin rizgarkirin.

Di demekê de ku Komara Gel a Çînê xwe ji bo salvegera 70'î ya damezrandinê amade dikir vê bûyerê rû da.

Rayedaran bang li medyayê kirin ku beriya pîrozbahiyên 1'ê Cotmehê nûçeyên neyînî neweşînin û giraniyê bidin ser 'enerjiya erênî'.

Ji ber vê yekê medya Çînê qezaya trafîkê ya li rojhilatê Çînê ku Şemiyê rû da û 36 kesan jiyana xwe ji dest dan nexist rojevê.

Li Çînê qezayên endustriyê gelek caran diqewimin. Meha Adarê li wîlayeta Jîangsû ya li rojhilatê Çînê ji ber teqîna li febrîqeyeke kîmyayê herî kêm 78 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî çar mehan vê carê li febrîqeyeke gazê teqînekê rû da û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.