Li Çînê êrîş, 20 zarok birîndar bûn

Li Çînê, li dibistanekê di encame êrîşekê de bi kêmanî 20 zarok birîndar bûn. Êrîşkar hate girtin.

Li paytext Pekînê li taxa Xîchengê Sêşemê saet 11.47'an êrîşkarek bi çakûç êrîş ib ser zarokan de bir.

Li gorî rayedaran bi kêmanî 20 zarok birîndarbûn. Hate gotin 3 zarokên ku rewşa wan giran e, li ser jiyana wan taloke tine. Êrîşkar hate girtin.

Li Çînê êrîşên wiha gelek dibin. Mijdarê jî ciwanekî 20 salî li dibistana teknîk a Yunnan xwendekarek kuştibû, 9 xwendekar û 2 mamoste birînar kiribûn.

Beriya niha jî êrîşkarekî 29 salî wesayit ajote ser zarokan û 5 zarok kuştibûn.