Li 3 ji 4 şîrketên li Elmanyayê rêvebereke jin nîne

Li Elmanyayê ku ji aliyê wekheviya jin-mêr ve bi îdîa ye, li sê ji çar şîrketên mezin rêvebereke jin nîne.

Di analîza şîrketa şêwirmendî û kontrolê ya EY de, daneyên 160 şîrketên herî mezin ên li Elmanyayê hatin lêkolînkirin ku pardarên wan li organên borsayê Dax, MDax, SDax û TecDaxê hene. Li gorî analîza ku hejmara rêveberên jin û mêr ên li desteyên rêveberiyê yên van şîrketan hate lêkolînkirin, heta 1'ê Çileya 2018'an rêjeya rêveberên jin 7,3 ji sedî ye.

Di heman serdema par de rêjeya jinên li desteyên rêveberiyê yên 160 şîrketan 6,5 ji sedî bû.

SALA 2038'AN WÊ BIGIHÊJE YEK JI SÊYAN

Li gorî analîzê, li desteyên rêveberiyê yên 160 şîrketên navborî tenê 50 jin hene û ev hejmar li gorî par tenê 7 kes zêde bûye. Li beramberî 50 rêveberên jin, li van şîrketan bi giştî 636 rêveberên mêr hene.

Di heman analîzê de hat destnîşankirin ku leza zêdebûnê bi vî rengî bidome wê rêjeya rêveberên jin sala 2038'an bibe yek ji sêyan.