Li 187 welatan vexwarina ji ava şirşirîkê metirsîdar e

Li gorî encamên lêkolîneke Daîreya Xizmetên Însanî û Tenduristiyê ya DYE'yê, li 187 welatan vexwarina ava ji şirşirîkê ji bo tenduristiya mirovan metirsîdar e. Yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.

Navenda Parastin û Kontrolkirina Nexweşiyan (CDC) a Daîreya Xizmetên Însan û Tenduristiyê ya DYE'yê ji bo mirovên xwe yên ji bo betlaneyê derkevin derveyî Emerîkayê lîsteyek ji welatên ku divê li wan deveran ava şirşirîkê neyê vexwarin amade kir. Navendê lîsteya xwe ya nû li malpera xwe ya înternetê weşand. Navendê ragihand ku li 187 welatan vexwarina ava ji şirşirîkê (mislix) metirsîdar e.

Navendê ji şirşirîkên li her welatî mînaka avê wergirt, lêkolîn kir û hewl da tespît bike ku ji bo tenduristiya mirovan metirsîdar e yan jî nexweşî jê peyda dibe yan na. Piştre jî nexşeyek dinyayê amade kir û welatên ku ava ji şirşirîkê lê nayê vexwarin bi rengê sor destnîşan kir. Li Yekîtiya Ewropayê tenê du welat di vê lîsteyê de hene. Ew jî Bûlgaristan û Romanya ne.

Pêşniyar hate kirin ku ji Tirkiye heta Taylandê ava ji şirşirîkê ya gelek welatan neyê vexwarin. Navendê diyar kir ku li 57 welatan jî ava ji şirşirîkê dikare bê vexwarin. Ji ber pîvanên tund ên der barê ava ji şirşirîkê yên Yekîtiya Ewropayê, li Elmanya, Fransa, Spanya, Îtalya û gelek welatên li rojavayê Ewropayê dikarin bên vexwarin. Hate ragihandin ku tevî DYE'yê ava ji şirşirîkê ya li Kanada, Şîlî, Erebistana Siûdî, Awûstralya, Japonya, Koreya Başûr û Zelanda Nû ji bo vexwarinê ji tenduristiya mirovan re paqij e.