Leşkerên Elman dixwazin li Başûrê Kurdistanê bimînin

Yekîneyên leşkerî yên Elman ên li Başûrê Kurdistanê bi Wezîra  Berevaniyê Annegret Kramp-Karrenbauer re axivîn, diyar kirin ku têkoşîna dijî DAÎŞ'ê divê bidome û xwestin zelal bibe bê ka tekzere wê dirêj bibe yan na.

Wezîra Berevaniyê ya Elmanya ya nû  Annegeret Kramp-Karrenbauer ku hê duh dest bi peywirê kirî, li yekîneyên leşkerî yên li dereyî welat guhdar kir.

Kramp-Karrenbauer bi fermandariya  yekîneyên leşkerî yên Elman re ku bi çarçoweya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne, bi girêdana vîdeoyê axivî. Fermandariya leşkerî ku ji bo perwerdehiya Pêşmerge û aratêşa Iraqê li herêmê ne, diyar kir hê jî têkoşîna dijî DAÎŞ'ê didome û gotin, ''Di vê têkoşînê de hê jî hewcehiya hevkarên me bi me hene.''


BANGA ''TEZKERÊ ZELAL BIKIN' 

Yekîneyên leşkerî, ku dema peywira wan 31'ê Cotmehê wê biqede, xwestin ku zû were zelalkirin bê ka wê dema peywirawan were dirêjkirin ana na. Tê gotin Kramp-Karrenbauer di demeke nêz de wê biçe Başûrê Kurdistanê û serdana yekîneyên leşkerî bike. Tezkereya ji bo têkoşîna dijî DAÎŞ'ê  rê lê vedike ku yekîneyên leşkeran bişîin derveyî  welat, di nav siyaseta Elman de, nexasim demokratên Xiristiyan ku hevkarê hikûmeta koalîsyonê ne û demokratên sosyal de bû sedema nîqaşan.

Wezîre Berevaniyê ya nû Kramp-Karrenbauer jî, mîna siyasetmedarên din ên CDU'yê dixwaze dema peywirê ya yekîneyên leşkerî were dirêjkirin, ku ev yekîneyên leşkeran bi çarçoweya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê li Başûrê Kurdistanê, Iraq û Ordinê ne. Lê nayê zanîn bê ka hevkarê dî yê hikûmetê SPD (Partiya Demokratên Sosyal) wê karibe were qanihkirin an na. Serokê Koma SPD'ê Rolf Mutzenîch herî dawî di merasîma sondxwarinê ya Kramp-Karrenbauer de axivî û got, 'Tezkereya ji bo Sûriyê û Iraqê êdî qediyaye.''

TEZKERE WÊ ÎLONÊ ZELAL BIBE

Lê Wezîrê Karê Derve yê SPD'ê Heîko Mass berê mijarê dabû Meclîsa Federal û gotibû, ''Tenê meclîs dikare li ser tezkereyê bide''. Tê gotin mijara bê ka tezkere wê were dirêjkirin an na, herî zû destpêka Îlonê wê zelal bibe.