Lêpirsîna Rûsya: Ji bo  şêwirmendê berê yê Trûmp ceza hate birîn

Yek ji şêwirmendên berê yê Serokê DYA Donald Trûmp di çarçoveya lêpirsina têkildarî îdîayên mudaxelekirina Rûsya a di hilbijartinên 2016’ê de cezayê girtîgehê lê hate birîn.

George Papadopoûlos ku di kampanyaya hilbijartina 2016’an de yek ji şêwirmendên Donald Trûmp bû, di lêpirsînê de ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Federal (FIB) bi hinceta ku derew gotiye 14 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadgehekê li Washîngtonê hikm kir ku ji ber îfadeya derew a Papadopoûlos bandora xwe ya nerênî li lêpirsinê kiriye û daxwaza 6 meh cezayê girtîgehê yê dozger jî bicih ne anî.

Di biryarê de hate gotin şewirmendê berê yê Trûmp zirar daye lêpirîna FIB û di asta tê xwestin de hevkarî ne kiriye.

Di îdîanameyê de ku pêşkêşî dadgehê hatî kirin, Papadopoûlos di kampanya 2016’an de agahiyên  xwe yên têkildarî mudaxeleya Rûsya veşartiye û rolê wê ‘minîmîze’ kiriye.

Derketibû holê ku George Papadopoûlos wê demê agahiyên xwe xwe yên derbarê akademîsyenê li Londra Joseph Mîfsûd de veşartiye.

Di lêpirsîna FBI de Papadopoûlos bi dildarî çû îfadeya xwe de û bi xêra derewên wî Joseph Mîfsûd ji lepirsînê rizgar bûye.

Di hilbijartinên DYA’yê de nûçeyên derew yên çavkaniyên Rûsya, êrîşên sîber û eşkerekirina agahiyan têkildarî mudaxeleya Rûsya gelek îdîa hene. Têkildarî vê ji aliyê FBI ve lêpirsîn haTe vekirin û yek ji şewirmendên berê yê Donald Trûmp Paûl Manafort û hevkarê wî cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.

Trûmp jî ji bo lêpirsinê dibêje ‘nêçîra pîresêhran’ û got bi lêpirsînê bûye hedef.